Optimar: HDP partiya kilîd e

03-10-2022
RÛDAW
Nîşan HDP Tirkiye Hilbijartin Optimar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor rapirsiya Kompanya Optimarê, AKP bi rêjeya %37.8 partiya yekem, CHP bi rêjeya %25.9 partiya duyem û HDP bi rêjeya %11 partiya sêyem e. HDP bi rêjeya %11 partiya kilîd e û ne Tifaqa Cumhur û ne jî Tifaqa Millet bêyî piştgiriya HDPê nikarin di hilbijartinên serokkomariyê de bi ser kevin.

Encamên rapirsiya Optimarê ku di navbera 22-26ê Îlonê de bi 2 hezar û 231 kesan re kiribû hatin eşkerekirin.

Li gor encamên rapirsiya Optimarê rêjeya dengên AKPê %37.8, rêjeya dengên CHPê %25.9, rêjeya dengên HDPê %11, rêjeya dengên ÎYÎ Partiyê %9.8 û rêjeya dengên MHPê %9.5 e.

Bi vî awayî rêjeya dengên Tifaqa Cumhur ku ji partiyên desthilatê AKP, MHP û BBPê pêk tê ji %47.9 û rêjeya dengên partiyên opozîsyonê yê maseya şeş partî CHP, ÎYÎ Partî, DEVA, Partiya Pêşerojê, Seadet û Partiya Demokrat %37.8 e.

HDP bi rêjeya %11 partiya kilîd e û ne Tifaqa Cumhur û ne jî tifaqa maseya şeş partî bêyî piştgiriya HDPê nikarin di hilbijartinên serokkomariyê de bi ser kevin û li parlamentoyê piraniyê bi dest bixin.

Rêjeya dengên Partiya Ji Nû ve Xweşguzarî (Yeniden Refah) %1.2 ye, rêjeya dengên DEVAyê ji %1, rêjeya dengên Partiya Zafer %1 e. Rêjeya dengên Partiya Pêşerojê ya Ahmet Davutoglu jî %0.5 e.

Her wiha ji beşdarvanan pirsa “Hun ê di hilbijartinên serokkomariyê de dengên xwe bidin kê?” hatiye kirin. Li gor encaman rêjeya dengên Recep Tayyip Erdogan %39.7, rêjeya dengên Kemal Kilicdaroglu %14.7 û rêjeya dengên Mansur Yavaş %13.4 e, rêjeya dengên Selahattin Demirtaş %8.6 û rêjeya dengên Devlet Bahçeli %8.3 ye, rejeya dengên Meral Akşener %7 û rêjeya dengên Ekrem Îmamoglu jî %3.5 e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst