Îbrahîm Kalin bi Jake Sullivan re civiya

03-10-2022
RÛDAW
Nîşan Jake Sullivan Îbrahîm Kalin Amerîka Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin li Stenbolê bi Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Amerîkayê Jake Sullivan re hevdîtinek kir.

Hat diyarkirin ku di hevdîtina Kalin û Sullivan a li Koşka Mabeynê ya Serokomariyê de peywendiyên dualî yên siyasî û aborî yên Tirkiye-Amerîka, hevkariya di pîşesaziya parastinê de, şerê Ukraynayê, pêvajoya endamtiya NATOyê ya Swêd-Fînlandê, geşedanên li deryayên Ege û Behra Spî û Kafkasyaya Başûr hatin gotûbêjkirin û mijarên herêmî hatin nirxandin.

Kalin û Sullivan her wiha bi pêkanîna Mekanîzmaya Stratejîk re, zêdekirina qadên hevkariyê li ser esasê berjewendiyên hevpar jî gotûbêj kirin.

Hat destnîşankirin ku temamkirina pêvajoya F-16an dê xizmetê ji berjewendiyên stratejîk ên her du welatan re bike.

Di hevdîtinê de bal hat kişandin ser rola sereke ya Tirkiyê di NATOyê de û hat destnîşankirin ku divê hevpeyman li hember metirsiyên hevpar ên ewlehiyê û hemû metirsiyên terorê bi hev re tevbigerin.

Her wiha hat destnîşankirin ku Tirkiye dê di mijara deryayên Ege û Behra Spî de ji bo parastina maf û berjewendiyên xwe dudil nemîne û hat diyarkirin ku kiryarên êrîşkar ên Yunanistanê yên li dijî hiqûqa navneteweyî nayên qebûlkirin.

Li ser girîngiya xebatên dîplomatîk ên ji bo bidawîanîna şerê li Ukraynayê ku li ser bingeha hiqûqa navneteweyî gefê li ewlehî û îstiqrara cîhanê dixwe, hate gotûbêjkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst