Stenbol (Rûdaw) - Li Tirkiyê bi giştî û li Stenbolê mijara erdhejê mijareke herî germ e. Li gorî pisporan eger erdhejeke mezin li Stenbolê çêbibe, dê %38 ji avahiyên Stenbolê ziyanê bibînin, û dê herî kêm 87 hezar kes jiyana xwe ji dest bidin.
Di çend rojên bihorî de bi sedema rûdana erdhejê li Stenbolê, bi dehan hezar malbat ji tirsa erdhejê û ji bo parastina canê xwe, şevan li derve man. Herwiha hejmareke zêde ya xelkê berê xwe dane kompanyayên sîgortayê û xwe ji egera rûdana erhejeke mezin li Stenbolê re amade dikin.
Metirsiya wê yekê heye, ku erdhejeke mezin li Stenbolê biqewime. Di erdhêja saal 1999an de 18 hezar kes canê xwe ji dest dan.
Pisporan piştî wê erdhejê, 25 sal mawe diyar kirin bo erhêjeke din a bihêz li Stenbolê. Li gorî zanîngeh û pisporan erdhêj dê herî kêm di asta 7 pileyan de be
Li gorî pisporan eger ew erdhej çêbibe, dê 38% ji avahiyên Stenbolê ziyanê bibînin, li gor pêşbîniyan, dê herî kêm 87 hezar kes jiyana xwe ji dest bidin û herî kêm 135 hezar kes jî dê birîndar bibin.
Di egera rûdana erdhejeke mezin de, li gor texmînan, ew erdhej dê bandorê li jiyana 1 milyon kesî bike.
Li gor amaran, ji sedî 80ê avahiyan li Stenbolê bi awayekê neyasayî nehatine çêkirin û derdora 10 hezar cihen kombûnê hatibûn terxankirin, lê belê ji wê hejmarê niha tenê 77 cih mane. Pispor dibêjin, Stenbol ji erdhêjeke mezin re ne amade ye.
Rawîn Stêrk di STDyekê de zinyariyan li ser vê mijarê dide.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse