Wezîrê Dadê li ser girtina apê Narînê daxuyanî da

03-09-2024
Nîşan Narîn Guran Yilmaz Tunç Wezîrê Dadê Apê Narînê Girtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç got ku girtina apê Narînê ji bo tedbîrê ye.

Narîn Gurana 8 salî 21ê Tebaxê li Amedê winda bû û ji wê demê ve nehatiye dîtin.

Apê Narînê S.G. di çarçoveya dozê de hatibû desteserkirin.

S.G.yê ku di heman demê de muxtarê gund e (gundê Çûliyê) doh bi biryara dadgehê hat girtin.

S.G. bi “kuştina bizanebûn” û “mehrûmkirina kesan a ji azadiya wan” hatibû tohmetbarkirin.

Piştî vê yekê gelek hiqûqnasan rexneyên “Dema term nebe çawa kesek ji ber sûcê kuştinê tê girtin?” kirin.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç ev biryar parast û got ku di sîstema darazê “gumana kuştina bizanebûn” heye.

“Biryara girtinê ji bo tedbîrê bû”

Yilmaz Tunç diyar kir ku S.G. ji bo tedbîrê hatiye girtin û li pey çû:

“Delîl hatin komkirin û îfade tên wergirtin. Biryara girtinê ji bo tedbîrê bû.

Li darazê gumana kuştina bizanebûn jî heye. Gumana mehrûmkirina kesan a ji azadiya wan jî heye.

Çewtiyeke şiklî nîne. Girtiyekî din nîne, yên ku îfadeyên wan hatine standin hene.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst