Girtiyê Kurd ê nexweş piştî 31 salan hat berdan

03-09-2024
Nîşan Girtiyê Kurd Nexweş Alî Şen
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Girtiyê Kurd ê nexweş Alî Şen piştî 31 salan ji Girtîgeha Yozgatê hat berdan.

Alî Şen sala 1993yan li Mêrsînê bi hinceta “xerakirina yekîtî û yekparçeyiya dewletê” hat girtin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) şkenceyên giran lê hatin kirin û cezayê girtîgehê yê heta hetayê lê hat birîn.

Divabû ew 12ê Tîrmeha 2023yan bihata berdan lê ji ber ku wî negotiye “Ez poşman im” berdana wî 5 caran hatiye taloqkirin.

Alî Şen piştre îtiraz kir û bi biryara dadgehê hat berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst