Li Stenbolê 12 kes hatin girtin: Beşdarî mîtînga aştiyê bûbûn

03-09-2024
Nîşan Stenbol Roja Aştiyê ya Cîhanî Girtin Ciwan DEM Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Stenbolê 12 kesên ku beşdarî mîtînga 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanî bûbûn bi hinceta “propagandeya PKKyê” hatin girtin.

DEM Partiyê 1ê Îlonê li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê mîtînga 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanî li dar xist.

Piştî mîtîngê dema gel ji qadê belav dibû silogan bilind kirin û polîsan 12 kes desteser kirin.

Piştî karên îfadewergirtinê ew 12 kes birin Dadgeha Anadoluyê ya li navçeya Kartalê.

Dadgehê bi hinceta ku “wan propagandeya PKKyê kiriye” biryar da ku hemû werin girtin.

Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bi vî awayî bertek nîşanî vê biryarê da:

“Şeva borî li Kadikoyê 12 hevalên me yên ciwan ên ku beşdarî çalakiya 1ê Îlonê bûbûn bi armanca girtinê şandin dadgehê.”

“Têkoşîna me ya Kurdistana azad nikare bê darizandin”

Meclisa Ciwanan diyar kir, “têkoşîna me ya ciwanan ew tirsandine” û got ku ew govend û pankartan dikin hincet û li pey çû:

“Bila hêzên ewlehiyê û dadgehên faşîzmê baş zanibin ku têkoşîna me ya sosyalîzmê û Kurdistana azad ku tekane rêya aştiyeke bi rûmet e, nikare li dadgehên faşîzmê de bê darizandin.

Bila hevalên me demildest bên berdan.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst