DFG: Li Tirkiyeyê hejmara rojnamegerên girtî dîsa gihîşte 59 kesan
Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapora Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), li Tikriye û Bakurê Kurdistanê hejmara rojnamegerên girtî dîsa gihîşte 59 kesan.
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) herwiha daxwaz dike ku dawî li zext û sansura ser rojnamegeran bê anîn.
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) rapora binpêkirinên ku di meha Tebaxa 2023yan de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dijî rojnamegeran hatine kirin belav kir.
“Hejmara rojnamevanên girtî dîsa gihîşte 59 kesan”
Li gorî raporê, di meha tebaxê de 3 rojnameger li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatine girtin û bi vê jî hejmara rojnamegerên girtî dîsa gihîşte 59 kesan.
Di raporê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) de tê gotin:
“Di van rojan de ku behsa hêviyên aştiyê tê kirin, em bi xemgînî radigihînin ku di warê azadiya raman û ragihandinê û azadiya çapemeniyê de hîn jî pirsgirêkên cidî hene.
Hîn gelek rojnameger di girtîgehê de ne. Herwiha zêdebûna binpêkirinên li beramberî rojnamegeran, me zêdetir dilgiran dike.”
“Hejmareke ewqasî zêde ya rojnamevanan girtî cihê şermezarî ye”
Rapor balê kişand ser astengiyên ku di dema şopandina nûçeyan de derdikevin pêşiya rojnamegeran jî û anî ziman:
“Rojnamevan di dema şopandina nûçeyan de tên astengkirin, carinan rûbirûyî lêdan, îşkence û danûstandinên xirab dibin.”
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê anî ziman:
“Di sedsala 21ê de li Tirkiyeyê hebûna hejmareke ewqasî zêde ya rojnamevanan girtî cihê şermezarî ye û em daxwaz dikin hevalên me di demeke kurt de bên berdan.”
“Dixwazin rastî neyên nivîsandin û negihin xelkê”
Li ser sansuran jî di raporê de hat gotin:
“Ji bo cezakirina saziyên ragihandinê RTUKê cezakirina kanalan ewqasî zêde kiriye ku bûye karekî rutîn.
Hîn jî li vî welatî malper tên girtin, gihandina nûçe û zanyariyan tê asteng kirin.
Ev yek bi zihniyeta sansurê tê kirin, bi sansurkirina rojnamevanan dixwazin rastî neyên nivîsandin û negihin xelkê.”