Li Îzmîrê 104 koçber hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li peravên navçeyên Dîkîlî, Seferîhîsar û Foçayê yên parêzgeha Îzmîrê di belemekê de 35 koçber û di belemeke din de jî 69 koçber bi giştî 104 koçber hatin desteserkirin.

Fermandariya Ewlehiya Peravên Îzmîrê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek belav kir.

Fermandariyê diyar kir ku li peravên di navbera navçeyên Dîkîlî û Seferîhîsarê de 35 koçber di belemekê de asê mabûn.

Ew koçberên ku dixwestin biçin Yunanistanê, ji aliyê tîmên Fermandariya Ewlehiya Peravên Îzmîrê ve hatine desteserkirin.

Li peravên di navbera navçeyên Foça û Dîkîliyê de jî 69 koçber di nav belemekê de hatin desteserkirin.

Koçberên ku hatine desteserkirin piştî karûbarên îfadeyê birine Navenda Rêveberiya Koçê ya Îzmîrê.