Meha borî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 33 jin hatine kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Platforma Em dê Kuştina Jinan Rawestînin raporek derbarê tundûtûjiya dijî jinan de li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê belav kiriye û radigihîne ku di meha Tebaxê de 33 jin hatine kuştin û 15 jinên din jî bi awayekî biguman canê xwe ji dest dane.

Li gor daxuyaniya platformê, 15 jin bi destê hevjînên xwe, jinek bi destê hevjînê xwe yê berê, 5 jin bi destê evîndarên xwe, 3 jin bi destê merivên xwe, jinek bi destê kurê xwe, 4 jin bi destê bavên xwe, jinek bi destê xwediyê kar û 4 jin ji aliyê kesên nenaskirî ve hatine kuûtin, bi vê jî %45ê jinan bi destê hevjînên xwe hatine kuştin.

Platforma Em dê Kuştina Jinan Rawestînin dibêje, 20 ji di nav malên xwe, 3 jin li ser cadeyan, 4 jin li cihê kar, jinek di nav otomobîlê de, jinek li peravên deryayê, jinek li temînaleke otobûsan û 3 jin li cihên vala hatine kuştin.

Di meha Tebaxê de 25 jin li bajarên Tirkiyê û 8 jin li Bakurê Kurdistanê hatien kuştin. Herî zêde li parêzgeha Izmîrê hatine kuştin ku 5 jin bûne. Li Bakurê Kurdistanê jî heman demê herî zêde li Şirnexê jin hatine kuştin.

Li gor amarên wê platformê, di sala 2020an de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 300 jin hatine kuştin û 171 jinên din jî bi awayekî bi guman canê xwe ji dest dane. Di sala 2021an de hejmar zêde bûye û 367 jin hatine kuştin û 242 jin bi awayekî biguman canê xwe ji dest dane. Di heft mehên 2022an de jî û heta niha 273 jin hatine kuştin.