Temel Karamollaglu derbarê berbijêriya Abdullah Gul de axivî

03-09-2022
RÛDAW
Nîşan Temel Karamollaoglu Abdullah Gul Berbijêrê Serokkomariyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Seadetê Temel Karmollaoglu ku partiya wî ligel 5 partiyên din ên opozîsyona Tirkiye di nav hevpeymaniyekê de ye, ragihand ku wan li ser berbijêrekî hevbeş ê serokkomariyê lihev nekirine, lê dibêje ezmûna serokkomarê berê yê Tirkiye Abdullha Gul heye û eger navê wî di vî warî de bê rojevê ew vê yekê wek tiştekî xerîb nabîne.

Serokê Partiya Seadetê Temel Karmollaoglu ku partiya wî ligel partiyên CHP, ÎYÎ Partî û Demokrat Partiyê di nav hevpeymaniya Millet de ye îro 3ê Îlona 2022ê di bernameyekî televîzyonî ya Tirkiyê de derbarê mijarên di rojevê de axivî.

Karamollaoglu diyar kir ku wan li ser maseya 6 partiyan li ser ti berbijerekî serokkomariyê lihev nekirine û got: "Min cara din berbijeriya Abdullah Beg (Abdullah Gul serokkomarê berê yê Tirkiyê) pêşniyar kiribû û hatibû pesendkirin jî, lê di şert û mercên wê demê de ew kesên bûbûn berbijêrê Serokkomariyê di serî de Meral Xanim ti lihevkirinek di navbera me de çênebû.”

Karamollaoglu dibêje: “Eger lihevkirin bihata kirin dê hatiba hilbijartin an na ev mijareke din e . Îro avêtina pêngavên di vî warî de ji aliyê Abdulla Beg (Abdullah Gul) ve ne pêngavekê nerênî lê pêngaveke erênî ye. Ezmûna wî heye. Dibe em li ser bifikirin. Dibe yan nabe niha ne raste ku ez niha tiştek tekez bibêjim. Helwêsta wî ya di vî warî de jî eşkere ye. Cara din gotibû eger hevpeyamniyek çêbibe dibe ku ez bibim berbijêr. Dibe navê wî jî bê rojevê û ez vê weke tiştek xerîb nabînim.”

Di şert û mercên asayî de eger hilbijartinek pêşwext çênebe hilbijartina giştî ya Tirkiye dê Hezîrana  2023ê bê kirin û serokkomar di wê hilbijartinê de tê hilbijartin. Di vê hilbijartinê de 3 hevpeymaniyên sereke derdikevin pêş:  Hevpeymaniya Cumhur ku ji partiyên desthilatê AKPê û MHPê pêk tê, Hevpeymaniya Millet ji CHP, ÎYÎ Partî, Demokrat Partî û Partiya Seadetê pêk tê û niha jî heman partî ligel Partiyên DEVA û Gelecekê di nav hevhangiye de ne û  Hevpeymaniya Demokrasiyê ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ligel çend partî û aliyên çepgir ên Tirkiye ava kirine.

Hevpeymaniya Cumhur pêdagir e ku careke din berbijrê wê bibe  Recep Tayîp Erdogan ku Serokkomarê niha yê Tirkiyê ye. Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, Serokê Şaredariya CHPê yê Stenbolê Ekrem Îmamoglu û Serokê Şaredariya CHPê yê Enqere Mansur Yavaş jî ew nav in ku di nav hevpeymaniya Millet de bo berbijîriya serokkomariya Tirkiyê navê wan tê rojevê. HDP ku serkêşiya Hevpeymaniya Demokrasiyê dike heta niha ti berbijêrek diyar nekiriye, lê dibêje eger hevpeymaniya millet mercên wan qebûl bike dibe ku ew di hilbijartinên bên yê Tirkiyê de piştevaniya berbijêrê wan ê serokkomariyê bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst