Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê Corona: 231 kesan canê xwe ji dest dan, 80 hezar kes pê ketin

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarên heftane yên Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di navbera 15-21ê Tebaxê de pişkinînên Coronayê yên 80 hezar û 20 kesan pozitif derketine, 231 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê roja Înê 2ê Îlona 2022an amarên heftane yên Coronayê di navbera 15-21 Tebaxê de eşkere kir.

Hat ragihandin, di 15-21ê Tebaxê de 80 hezar û 20 kes bi Coronayê ketine, 231 kesan canê xwe ji dest daye, hejmara kesên ku baş bûne jî 102 hezar û 231 kes in.

Di hefteya 8-14ê Tebaxê de 143 hezar û 778 kes bi Coronayê ketibûn.

Ji 11ê Adara 2020an vir ve ku li Tirkiyê yekem pêketiyê Coronayê hat tesbîtkirin, heta niha 16 milyon û 751 hezar û 868 kes bi Coronayê ketine û 100 hezar û 631 kesan canê xwe ji dest dane.

Hat diyarkirin heta îro 152 milyon û 50 hezar û 973 derzî hatine lêdan.

Osmaniye, Ordu, Amasya, Muğla, Kirklareli, Çanakkale, Eskîşehîr, Balıkesir, Manisa û Bartin di nav 10 parêzgehên ku di temenê jor 18 salî de herî kêm 2 caran derzî li xwe xistine.

Riha, Êlih, Sêrt, Amed, Çewlig, Mûş, Mêrdîn, Bedlîs, Agirî û Xarpêt parêzgehên ku herî kêm 2 dozên derziyê wergirtine.