Li Tirkiyê polîs û efser bi çekan êrişî hev kirin

03-09-2018
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Polîs Efser Çek Êriş
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Li Stenbolê polîsek û efserek bi çekan şer kirin û di encama bûyerê de polîs jiyana xwe ji dest da.

 

Li navçeya Sancaktepe ya Stenbolê di şerê navbera polîsek û efserekî de polîs canê xwe ji dest da û hevjîna polîs û efser jî birîndar bûn.

 

Hat ragihandin ku vê sibê saet derdora 07:30 li ser cadeyekê 2 kesan bi çekan teqe li hev kirine.

 

Di lêkolînên destpêkê de derket holê ku ji wan du kesên ku bi çekan êrişî hev kirin, yek polîs û yê din jî efser e.

 

Li ser agahdarkirina welatiyên li cihê bûyerê, hêzên ewlehiyê û tîmên tendirustiyê gihiştin cihê bûyerê.

 

Di encama bûyerê de polîs li cihê bûyerê canê xwe ji dest da, hevjîna polîs ku gardiyan e û efser birîndar bûn.

 

Hat diyarkirin ku li ser bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst