Li Tirkiyê 134 koçberên qaçax hatin girtin

Navenda Nûçeyan - Li Çanakkale û Kirklareliyê 134 kesên ji Efxanistan, Iraq û Sûriyê ku dixwestin bi qaçaxî derbasî Girava Mîdîlliya Yewnanistanê bibin hatin girtin. 


Ewlehiya Perava Ayvacika navçeya Çanakkaleyê di wezîfeya dewriyeyê de otobêseke ku jê şik kirin dan sekinandin.



Li ser vê lêgerîn hat kirin û 53 kesên ji Efxanistan û Sûriyê hatin girtin.


 Piştre ji bo dersînorkirinê şandin Navenda Paşdeşandinê. 


Herwiha li Kirklareliyê jî 81 koçberên ku dixwestin bi qaçaxî herin Ewropayê hatin girtin. 


Tîma Cendermeya Kirklareliyê li Deriyê Sînorî yê Bulxaristanê û navçeya Kofçazê 3 komên cuda yên haziriya çûna Bulxaristanê dikirin tesbît kirin.

 

Li ser vê minîbuseke ku qaçax têde bûn şopandin. Dema ajokar ferq kir tê taqîbkirin minîbus li gundê Çaglayik hişt û reviya.

 

Di lêgerînên minîbusê de 28 qaçaxên ji Iraq û Efxanistanê hatin girtin. Herwiha li navçeya Kofçazê jî 53 penaberên Efxanistan û Sûriyê hatin girtin.

 

Biyanî birin qereqolê û piştre ji bo dersînorkirinê şandin Navenda Paşdeşandinê.