Meha borî 23 jin hatine kuştin

03-08-2024
RÛDAW
Nîşan Kuştina Jinan Platforma Em Dê Kuştina Jinan Rawestînin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapora Platforma Em dê Kuştina Jinan Rawestînin di tîrmehê de 23 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin û 23 jin jî mirî hatine dîtin

Platforma Em dê Kuştina Jinan Rawestînin (KCDP) îro rapora xwe ya Tîrmeha 2024an eşkere kir.

Li gorî raporê, di tîrmeha îsal de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 23 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin.

Li gorî Platforma Em dê Kuştina Jinan Rawestînin:

Jin ji aliyê kê ve hatine kuştin?

Ji aliyê hevjînê xwe ve: 8

Ji aliyê xizmên xwe ve: 4

Ji aliyê hevjînê berê ve: 3

Ji aliyê bavê xwe ve: 2

Ji aliyê kurê xwe ve: 2

Ji aliyê hezkiriyê xwe ve: 1

Ji aliyê hezkiriyê xwe yê berê ve: 1

Ji aliyê birayê xwe ve: 1

Ji aliyê kesên nenas ve: 1

Sedema kuştina jinan çi bûye?

Daxwaza cudabûnê: 4

Cudabûna ji dayîka wê: 1

Ne diyar: 18

Jin li ku derê hatine kuştin?

Li malê: 20

Li kolanê: 3

Jin bi çi hatine kuştin?

Bi çekê: 15

Bi amûrên birînê: 5

Bi xeniqandinê: 3

Herwiha platformê da zanîn ku 23 jin jî bi awayekî bi guman mirî hatine dîtin û ji sedî 35ê wan ji aliyê mêrê xwe ve hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst