Alî Babacan peyamek li ser Komkujiya Kurdên Êzidî belav kir

03-08-2023
RÛDAW
Nîşan Komkujiya Şingalê Alî Babacan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) Alî Babacan li ser Komkujiya Kurdên Êzidî peyamek belav kir.

DAIŞê di 3ê Tebaxa 2014an de êrişî Şingalê kir û bi hezaran Kurdên Êzidî kuştin, bi hezaran jin û zarok jî dîl girtin û revandin û 550 hezar kes jî koçber bûn.

Herwiha ji ber şer ji sedî 80yê bajar û gundên Şingalê wêran bûn.

Li aliyê din, her sal 3ê Tebaxê qurbaniyên Komkujiya Şingalê tên bîranîn.

Serokê Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) Alî Babacan jî li ser hesabê xwe yê tora civakî peyemek belav kir û qurbaniyên Komkujiya Şingalê bi bîr anîn.

“Bi rehmet bi bir tînim”

Alî Babacan di peyama xwe de got:

“Ez Ezidiyên ku berî 9 salan ji aliyê rêxistina terorî ya DAIŞê ve li Sincarê (Şingalê) hatine kuştin bi rehmet bi bir tînim. Ez hêvî dikim ku herêma me bigihe aştî û aramiyeke mayînde.”

Beriya ku DAIŞ êrişî Şingalê bike li wê derê 550 hezar Kurdên Êzidî dijiyan.

Li gorî amarên Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzidî, piştî êrişa DAIŞê nêzîkî 120 hezar Kurdên Êzidî çûne derveyî welêt.

Herwiha li gorî amarên Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzidî, di şerê DAIŞê de nêzîkî 5 hezar Kurdên Êzidî canê xwe ji dest daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst