Li Amasyayê 70 koçber hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amasyayê ya Tirkiyeyê, şeva borî di nav barhilgirekê de 70 koçber hatin desteserkirin.

Tîmên Rêveberiya Ewlekariyê ya Amasyayê, li xaleke kontrolê barhilgireke ku ji Îranê dihat rawestand û lê geriyan.

Di nav barhilgirê de 62 koçberên Efxanistanî, 6 koçberên Pakistanî û 2 koçberên Bangladeşî hebûn û hemû hatin desteserkirin.

70 koçberên ku di navbera 18 û 25 salî de bûn û şofêrê barhilgirê ji bo Rêveberiya Ewlekariyê ya Amasyayê hatin birin.

Her 70 koçber jî piştî karên fermî radestî Navenda Vegerandinê ya Îdareya Koçê ya Amasyayê hatin kirin.