Keştiya garis ya Ukraynî ji tengava Stenbolê derbas bû

Stenbol (Rûdaw) - Piştî destpêkirina êrîşa Rûsyayê ser bi Ukraynayê yekem keştiya dexlûdanbarkirî ya bi navê Razoni, ku ji bendera Odessa ya Ukraynayê birêketibû li Stenbolê ji kontrola Navenda Koordînasyona Hevpar derbas bû. Keştiya 27 hezar ton garis lê barkirî wê di nava 4-5 rojan de bigihîje bendera Beyrûtê ya Lubnanê. Piştî vê jî tê çaverêkirin ku dexlûdan ji bo Somaliyê bê şandin. Pispor bal dikşînin ser girîngiya destpêkirina dexlûdanên Ukraynayê bo bazara cihanî ú dibêjin, wê bi vê veguhestinê bihayê xurekan dakeve. Her wiha berpirsên Tirkiyê jî didin zanîn bi saya vê peymanê, ji bo çareseriya şerê Rûsya û Ukraynayê hêvî zêdetir dibe.

Ev demekî ye çavê hemû cîhanê li ser keştiya bi navê Razoni ya welatê Efrîqî Sierra Leone ye. Lewra ev keştî piştî destpêkirina êrîşa Rûsyayê ser bi Ukraynayê ve yekem keştiya dexlûdanbarkirî ye, ku di 1ê Tebaxê de ji bendera Odessa ya Ukraynayê birêketiye.

Keştiya 27 hezar ton garis lê barkirî, di 3ê Tebaxê de li Stenbole li aliyê navçeya Sariyerê, di têketina Behra Reş de ji aliyê şandeya 20 kesî ya Navenda Hevpar a Koordinasyona koridora dexlûdan ve hat kontrolkirin. Şande ji nûneren Tirkiye, Neteweyên Yekbûyî, Rûsya û Ukraynayê pêk tê. Piştî keştî hat kontrolkirin, destûr hat dayîn ku ji tengava Stenbol û Çanakkale derbas bibe û ber bi bendera Beyrûte ya Lubnanê birêve biçe.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu got "Bi saya livûtevgerdariya diplomatik ya Tirkiye û Neteweyên Yekbûyî, dexlûdanên Ukraynayê wê bi awayeke ewle bên veguhestin. Ev serkeftineke diplomatik e. Em dibînin bi saya vê pengava me ya dîplomatik ji Asyayê heta Efriqayê bandorên baş derdikevin holê."

Biryar e di serî de dexlûdanên ji Ukraynayê ji bo welatên hêjar ên Efriqa û Rojhilata Navîn ve bê hinardekirin. Tê çaverêkirin ku di destpekê de heftane 3 keşti, dûra ji mehane bi qasî 5 milyon ton genim û garis, ji 3 benderên Ukrayneyê bi heman prosedora peyman birê bikevin û ji tengava Stenbole li ser Behra Reş bo bazara cihanê be sewqkirin.

Akademisyen Prof. Dr. İrfan Kaya Ulger dibêje “Şerê Rûsya û Ukraynayê li cihanê rê li ber 3 krîzên kurewî vekir. Ya ewil krıza enerjî, ya duyem xurek, ya sêyem jî krîza koçberan. Derbasbûna keştiyan li ser Tirkiyê dibe ku dahateke aboriyê jî bi xwe re bîne. Lê ev tiştek mezin nîne. Niha ji bo çareseriya şerê Ukrayneyê ev pengav hêvî dide me."

Li gorî peymana veguhestina dexludanen Ukraynayê bo bazara cihanî, ku di 22e Tirmehê de li Qesra Dolmabahçe ya Stenbolê, bi navbeynkarî u garantoriya Tirkiye u Neteweyen Yekbuyi di navbera şandeyên Rusya û Ukraynaye de pek hatibû, we heta dawiya sala 2022yan derdora 20 milyon ton dexludan, bi riya keştiyên bazirganiyê bi awayeke ewle ji bo bazara cihane bê derxistin.

Ukraynaya ku wek embara dexlûdan tê binavkirin, li cihanê 4emin welat e ku herî zede dexludan bo cihanê hinarde dike. Ji ber şerê heyî ji meha Sibatê û vir ve dexludan li benderên ukraynayê asê mabûn û nedihatin veguhestin. Ji loma jî li cihane bihaye dexludan bilind bubû u ev yek bûbû sedema qeyraneke kurewî ya xurekan. Niha êdî bi destpêkirina tehliyekirinê te çaverekirin di bazara cihani de bihaye xurekan dakeve.