Yekîtiya Baroyan a Tirkiyê: Divê lêpirsîneke zelal û bi bandor bê kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Yekîtiya Baroyan ya Tirkiyê (TBB) diyar kir ku ew îdîayên derbarê KPSSê de lêkolîn dikin û doza betalkirinê û lêpirsîn jî di nav de hemû rêyên hiqûqî gotûbêj dikin.

Yekîtiya Baroyan a Tirkiyê (TBB) derbarê îdîaya ku derdora 20 pirsên Ezmûna Hilbijartina Karmendên Dewletê (KPPS) de ku li Tirkiyê ezmûneke taybet bo derçûyên zanîngehan e, heman ew pirs in ku di ezmûneke amadehiyê ya weşaneke taybet de hatine pirsîn, daxuyaniyek belav kir.

Yekîtiya Baroyan di daxuyaniya xwe de dibêje ev îdîa bi awayekî cidî tê lêkolînkirin û doza betalkirinê û lêpirsîn jî di nav de hemû rêyên hiqûqî tên gotûbêj kirin.

Li ser van îdîayan Navenda Bicihkirina û Hilbijartina Xwendekaran a Tirkiye (OSYM) bi daxuyaniyekê gotibû: “Di encama lêkolînên me de derketiye holê ku ew îdiayên derbarê ezmûna KPSSê li ser medya civakî belavbûne bê bingeh in.”

Lê piştî vê daxuyaniyê bi biryara Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan Serokê OSYMê Halis Aygun ji kar hat dûrxistin.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 31ê Temûza 2022ê zêdeyî milyonek derçûyên zanîngehan beşdarî Ezmûna Hilbijartina Karmendên Dewletê (KPPS) bûn ku salane derçûyên zanîngehan bi armanca ku di saziyên hikûmî de kar bikin beşdarî wê ezmûnê dibin.

Ew ezmûn ji aliyê Navenda Bicihkirina û Hilbijartina Xwendekaran a Tirkiye (OSYM) ve salane tê kirin.

Piştî ezmûnê saziya navborî pirsên ezmûnê belav kirin, lê bi gotina beşek ji kesên beşdarî ezmûnê bûne derdora 20 pirs ji wan ligel pirsên ku pêştir di ezmûneke amadehiyê ya weşaneke taybet a bi navê Yedî Îklîm de derketine heman pirs in.

Ev yek ji aliyê kesên ku beşdarî ezmûnê bûne bûye sedema karvedanan û li ser torên civakî daxwaz dikin ku ew ezmûn bê hilweşandin û îdia dikin ku di ezmûnê de gendelî hatiye kirin.