Tirkiye - Komkujiya Şingalê hat şermezarkirin

03-08-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) - Di yekemîn salvegera komkujiya kurdên êzidî de sazî û nûnerên civakên kêmîneyan li Tirkiyeyê û Bakûrê Kurdistanê bi daxuyaniyeke çapemeniyê komkujî şermezar kirin.

Saziyên asûrî-suryaniyan, çerkes, ereb, laz, ermen, kurd û tirkan bi bangewaziya Weqfa Çanda Êzidiyan li Stenbolê civînek çapemeniyî lidar xistin û komkujiya Şingalê ya di 3ê Tebaxa 2014an de ya ji hêla DAIŞê li ser kurdên êzidî pêk hat, şermezar kirin.

 

Li ser navê beşdaran nûnerê Weqfa Çanda Êzidiyan, Azad Bariş daxuyanî xwend û bal kişand li ser komkûjiya ku li hember êzidiyan pêk hatiye.

 

Bariş bi îdîaya ku li hember komkujiya êzidiyan bêdeng mane rexne li saziyên navdewletî girt û bang li civaka navdewletî kir ku dengê wan bibihîzin. Nûnerên kêmîneyan jî bi nirxandinên xwe piştgiriya xwe ji bo êzidiyan diyar kirin.

 

Di vê navberê de Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Batmanê Alî Atalan ku ji bo piştgiriyê beşdarî civînê bibû li ser pirsekê îdîa kir ku di dema komkujiyê de hêzên pêşmerge êzidî neparastine û hîştine ku rastî komkujiyê bên.

 

Atalan hêzên Pêşmerge û PDKê bi wê yekê tohmetbar kir ku dest ji êzidiyan berdane û giringî bi wan nedane û ji bo wan şer nekirine.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst