Beşîr Atalay: Di nexşerêya me de xweserî tine

 

Hewlêr (Rûdaw) – Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyeyê Beşîr Atalay, li ser nûçe û îdiayên ku di medyaya tirkî de li ser “mafê xweseriyê” hatine belavkirin, ragihand, di nexşerêya hikûmetê de xweserî tine.

 

Beşîr Atalay, îro beşdarî bernameyeke televîzyona Kanal24, ku nêzîkî AKPê ye bû û li ser rojeva Tirkiyeyê bi taybet pêvajoya çareseriyê daxuyanî da.

 

Atalay ragihand ku giranî dane ser hilbijartinên serokomariyê lê belê xebatên ser pêvajoya çareseriyê jî didomin û got: “Em di pişt perdê de li ser vê mijarê dixebitin. Em hemû hesasiyetan li ber çav digirin ji ber ku ev proje yek ji projeyên herî girîng ên li pêşiya Tirkiyeyê ye.”

 

Alîkarê Erdogan û li ser vê îdiayê ku “AKPê soza xweseriyê daye kurdan” got: “Di nexşerêya me de xweserî tine. Ji ber ku derdê me ew e em Tirkiyeyê ji wan rîskan û ji perçebûnê rizgar bikin.”

 

Atalay her wiha diyar kir ku çarçoveya nexşerêya pêvajoyê diyarkirî ye û got: “Em ji bo wê yekê kar dikin ku şer xilas bibe, mirov vegerin malên xwe û tevlî jiyan û siyasetê bibin her wiha Tirkiye bibe welatekî wisa ku hemû pirsgirêkên xwe bi rêya demokrasiyê çareser bike.”

 

Beşîr Atalay li ser mijara wextê pêvajoyê jî ragihand ku ew naxwazin pêvajo zêde dirêj bike lê welatî çiqas pêvajoyê baş fêm bikin wiqasî baş dibe.