Ji bilî Ozel hemû fermandeyên artêşa Tirkiyê hatin guhertin

Hewlêr (Rûdaw) – Ji bilî serfermandeyê artêşa Tirkiyê Necdet Ozel, hemû fermandeyên artêşê ji aliyê şûraya bilind a serbazî (YAŞ) ve hatin guhertin.

Biryarên civîna YAŞê ku roj bû dihat sazkirin, piştî ku ji aliyê serokomarê Tirkiyê Abdullah Gul ve hat pesendkirin, hatin eşkerekirin.

Li gorî biryarên han, hemû fermandeyên pilebilind ên artêşa Tirkiyê hatine guhertin û li şûna wan fermandeyên nû hatine destnîşankirin.

Fermandeyê giştî yê hêzên cendirme yê Tirkiyê Bekir Kalyoncu ku xwe ji bo fermandariya hêzên bejayî yên artêşê amade kiribû, hat malnişînkirin.

Li gorî nûçeya rojnameya Radîkalê, ji ber ku navê Kalyoncu di nav dosyeya “Ergenekonê” de hebû û ji aliyê hikûmetê ve jî nedihat pesendkirin, hat malnişînkirin.

Civîna YAŞê her sal du caran û mehên Tebax û Kanûnê bi serpereştiya serokwezîrê Tirkiyê tê sazkirin û wezîrê parastinê, serfermande û hemû fermandeyên pilebilind ên artêşê beşdar dibin.

Heta par jî di civînên YAŞê de, li kêleka serokwezîrê Tirkiyê serfermandeyê giştî yê artêşê jî rûdinişt lê qanûna YAŞê ji aliyê hikûmeta AKPê ve hat guhertin û serpereştiya civînê ket destê serokwezîr.