Li Enqereyê êrişî karsazê Kurd hat kirin: Rewşa wî giran e

03-07-2024
Şewket Herkî
Şewket Herkî
A+ A-

Enqere (Rûdaw) – Li Enqereyê êrişî karsaz û rûspiyê Kurd Nîhat Karaaslan û xizmê wî Cengiz A. hat kirin.

Li gorî agahiyên Tora Medyayî ya Rûdawê, Nîhat Karaaslan li ber mala xwe rastî êrişeke bi çekan hatiye û dema êrişê xizmê wî Cengîz A. jî pê re bûye.

Tîmên tenduristiyê Nîhat Karaaslan rakir Nexweşxaneya Gaziyê û rewşa wî ya tenduristiyê xerab e.

Hat zanîn ku bûyerê doh derdora 19:30î dema Nîhat Karaaslan û Cengiz A. dixwest here malê rû daye.

Êrişkar piştî bûyerê reviyaye lê nasnameya wî hatiye tesbîtkirin.

Li hêla din, xwediyê dikaneke jî di heman êrişê de birîndar bûye û hat zanîn ku birînên wî sivik in.

Heta niha li ser sedema bûyerê ti daxuyaniyên fermî nehatine dayîn.

Piştî êrişê li ser torên civakî hat belavkirin, “Nîhat Karaaslan tiştên giran ji mafya Sedat Peker” re gotine.

Nîhat Karaaslan gelek caran li ser hesabên xwe yên medyaya civakî postên li dijî Sedat Peker parve dikirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst