Li Bursayê heqaret li Demîrtaş hat kirin

03-07-2024
Nîşan Selahattîn Demîrtaş Bursa Heqaret
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Înegolê ya parêzgeha Bursayê ya Tirkiyeyê heqaret li Selahattîn Demîrtaş hat kirin.

Koma nijadperest a bi navê “Ulkucu”yan pankartek bi avahiya xwe ve kir ku tê de heqaret li hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş tê kirin.

Li ser pankartê “Selahattîn Demîrtaş terorîst e” hatiye nivîsîn û pankart bi avahiyê ve hatiya daleqandin.

Polîsan heta niha jî midaxeleyî pankartê nekiriye û hat zanîn ku polîs li ber wê avahiyê nobetê digirin.

Selahattîn Demîrtaş ji 4ê Çiriya Paşîn a 2016an ve li Edîrneyê girtî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst