Sancar: Deshilat dixwaze Doza Kobaniyê ji bo berjewendiyê xwe bi kar bîne

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mithat Sancar got “Deshilat dixwaze Doza Kobanê di hilbijartinê de bo berjewendiyê xwe bi kar bîne.”

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mithat Sancar îro 3ê Tîrmehê 2023ê piştî 52mîn rûniştina Doza Kobanê bi rêveberên partiya xwe û parlementerên Partiya Çepên Kesk re derbarê dozê de civîneke çapemeniyê lidarxist.

Doza Kobanî ji ber protestoyên dijî êrîşên DAIŞê yên ser bajarê Kobanî yên di 6-8ê Cotmeha 2014an de dijî hevserok, şaredar û sedan endam û alîgirên HDPê hatiye vekirin. Di wê dozê de, hevserokên berê yên HDPê Selahattin Demirtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de bi giştî 108 kes tên darizandin.

Sancar di civînê de got “Bi vê doza ku di sala 2020ê de rêveberên partiya me û hevserokên me yên wê demê hatîn desteserkirin ti aliyeke xwe yê yasayî tune ye û got hevalên wan ne qanûnî di zindanê de tên girtin û doz li gor armancên deshilatê dimeşe.”

Mithat Sancar axivî “Dozeke ku ji her alî ve ne qanûnî û ne edalet tê meşandin. Di Doza Kobanî ya kumpasê de dadgeh bi demê re di nava pêşbaziyê de ye. Dixwazin di zûtirîn dem de bidawî bikin. Dozger nêrîna xwe berî hilbijartinê bi demeke kurt pêşkêş kiribû. Armanca wê jî ew bû ku di dema hilbijartinê de van nêrînên xwe bi kar bînin. Egereke mezin dê heman rêbazê di hilbijartinên Şaredariyan ên li pêşiya me de jî bi kar bînin.

Deshilat dixwaze vê dozê di dema hilbijartinê de jî bo berjewendiyên xwe bi kar bîne. Bo wê deshilat bi vê Doza Kobanî ya kumpas re armanca xwe ne tenê tunekirina siyaseta demokratîk û HDPê ye, armanca wê ew e ku li Tirkiye siyasetê li gorî xwe dîzayn bike. Bo wê li Tirkiye her kesê ku piştgiriyê dide aştiyê, azadiyê û demokrasiyê, divê li dijî van lîstikên deshilatê îradeya xwe danin holê û Doza Kobaniyî ji nêz ve bişopînin û bi helwest bin.”