Gergerlioglu: Di 6 mehan de herî kêm 26 kesan li girtîgehan canê xwe ji dest dane

03-07-2023
RÛDAW
Nîşan Omer Faruk Gergerlioglu Mirina Girtiyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlioglu diyar kir ku li seranserê Tirkiyê di 6 mehên destpêka îsal de herî kêm 26 kesan di girtîgehan de canê xwe ji dest dane û ji bo kesên ku dixwazin xwe bikujin jî midaxele nayê kirin.

Parlamenterê YSPê Omer Faruk Gergerligolu roja Duşemê 3ê Temûza 2023an derbarê rewşa girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de daxuyaniyek da.

Gergerlioglu amaje bi wê yekê da ku ji wan 26 kesên li girtîgehan canê xwe ji dest dane mirina 15 kesan bi guman e û 11 kes jî ligel ku nexweşiya wan hebûye nehatine berdan û ji ber vê yekê canê xwe ji dest dane.

Omer Faruk Gergerlioglu wiha axivî “Mirinên bi guman balê dikşînin. Beşek ji wan wek xwekuştin tên eşkerekirin. Lê em bi guman in, çawa ev xwekuştin çêdibin? Ji ber li girtîgehan ji bo girtî xwe nekujin rê li ber wan tê girtin. Qaşo ji bo vê yekê tedbîr tên wergirtin. Di bin van şert û mercan de çawa dibe girtiyek bikare xwe bikuje? Ev pirseke girîng e. Zanyariyên girîng ji me re tên şandin ku dema girtî hewla xwekuştinê didin, demeke dirêj ev rewş berdewam dike, berpirs vê rewşê di kamerayê de temaşe dikin û midaxele nayê kirin. Beşek ji wan jî bi rastî xwekuştin in an bi awayekî din in rewş nayê zanîn. Tenê daxuyaniyên tên dayîn bi vî awayî ne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst