Li Tirkiyê ji ber bûyerên li Fransayê lêpirsîn hat destpêkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê derbarê parvekirinên di medyaya civakî de ku dibêjin, eger heye bûyerên wek ên Fransayê di nav penaberên li Tirkiyê de jî biqewimin, bi awayekî fermî lêpirsîn da destpêkirin.

Piştî ku li Fransayê şofêrê 17 salî Nahel M. ji aliyê polîsan ve hat kuştin, li seranserê wî welatî xwepêşandanan dest pê kir.

Di xwepêşandanan de heta niha gelek markêt, dikan û otobomîl hatine şewitandin. Ew bûyer bûne rojeva sereke ya hemû cîhanê.

Piştî wan bûyeran li ser medyaya civakî gelek parvekirin hatine belavkirin ku dibêjin eger heye li Tirkiyê jî bûyerên bi wî awayî biqewimin.

Piştî wan parvekirinan, Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê derbarê wan hesabên ku wan parvekirinan dikin de lêpirsîn da despêkirin.

Dozgeriyê derbarê lêpirsînê de daxuyaniyek belav kiriye û têde dibêje: “Di çend rojên dawî de, li ser bûyerên Fransayê hinek kes dibêjin eger heye bûyerên wiha di nav penaberên li welatê me de jî çêbibin û di nav xelkê de kîn û dijminahiyê çêdikin, dixwazin hewayeke ne rast û ji rastiyê dûr ava bikin û bi wî awayî aştiya civakî têk bidin. Dê hesabê wan kesên ku van parvekirinên provakatîf dikin bên lêkolînkirin û bên destnîşankirin. Derbarê wan hesaban de bi awayekî fermî bi hevkariya hêzên ewlekariyê lêpirsîn hatiye destpêkirin.”