Odeya Bazirganî ya Osmaniye ket ber êrîşê

03-07-2018
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Osmaniye Odeya Bazirganî û Pîşesazî Kuştî Birîndar
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Li bajarê Osmaniye yê Tirkiyê Odeya Bazirganî û Pîşesazî ket ber êrîşeke çekdarî û di encam de Serokê Odeyê Devrim Aksoy birîndar bû û Cîgirê Serok Hasan Ersoy canê xwe ji dest da.

 

Kesekî ku heta niha nasnameya wî eşkere nebûye, li nav Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Osmaniye teqe li Serokê Odeyê Devrim Murat Aksoy û Cîgirê wî Hasan Ersoy kir. Di êrîşê de Devrim Aksoy û Hasan Ersoy hatin birîndarkirin.

 

Hasan Ersoyê li Nexweşxaneya Dewletê ya Osmaniye canê xwe ji dest da û Murat Aksoy jî li nexweşxaneyeke taybet di jêr çavdêriya pizîşkî de ye. Di hilbijartina 17ê Gulana borî de Devrim Murat Aksoy wek serok hatibû hilbijartin.


Hat ragihandin ku piştî bûyerê polîsan li Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Osmaniye dest bi lêkolînan kirine, lê heta niha derbarê nasnameya kesê êrîşker de ti agahî nehatine belavkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst