Serokê CHPyê li ser ‘qeyûm’ daxuyanî da!

03-06-2024
Nîşan Şaredariya Colemêrgê Qeyûm CHP Ozgur Ozel
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel ragihand ku ew li dijî tayînkirina qeyûman in.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku wan qeyûm daniye ser Şaredariya Colemêrgê.

Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel bi rêya hesabê xwe Xyê bertek nîşanî vê biryarê da.

Ozgur Ozel da zanîn, dozeke ku 10 sal berê dest pê kiriye dikin hincet û got, “Em tayînkirina qeyûm red dikin.”

“Nehesibandina vîna gelê Colemêrgê ye”

Ozgur Ozel diyar kir ku divê ev biryar were betalkirin û pê de çû:

“Tiştê ku rû dide nehesibandina vîna gelê Colemêrgê ye ku du meh berê derketibû holê.

Divê peywirdarkirina qeyûm were betalkirin.

Em li kêleka demokrasiyê û vîna gel in û em li dijî zîhniyeta qeyûman in”

Çi bûbû?

Polîsan doh bi şev Şaredariya Colemêrgê dorpêç kir, serê sibehê jî bi ser şaredariyê de girt.

Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş jî li Wanê hat desteserkirin.

Piştî van rûdanan Parêzgariya Colemêrgê hemû çalakî qedexe kirin û dê qedexe 10 rojan biajo.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê piştî van rûdanan ragihand ku wan qeyûm daniye ser Şaredariya Colemêrgê.

Li gorî daxuyaniyê, Mehmet Siddik Akiş ji erkê xwe hatiye dûrxistin û Parêzgarê Colemêrgê Alî Çelîk wekî qeyûmê Colemêrgê hatiye erkdarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst