Erdogan cara sêyemîn sonda serokkomariyê xwar

03-06-2023
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Serokkomarê Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan li Parlamentoya Tirkiyê wek 13emîn Serokkomarê wî welatî sonda yasayî xwar.

Îro roja Şemiyê 3ê Hezîrana 2023an Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ku di gera dûyem a  hilbijartinên   Serokkomariyê  yên 28ê Gulanê de wek Serokkomarê 13emîn ê wî welatî hatibû hilbijartin  li Parlamentoya Tirkiyê bi merasîmekê sonda Serokkomariyê xwar.

Erdogan mazbata ya xwe ya Serokkomariyê ji serokê demkî yê Parlamentoya Tirkiyê Devlet Bahçelî  wergirt û piştre sonda yasayî  xwar. Piştre jî serdana gora Mistefa Kemal Ataturk kir û di demjimêr 17:00an de jî beşdarî merasîma destbikarbûnê ya li Koşka Serokkomariyê dibe.

21 serokên dewletan,  13 serokwezîr û wezîr û nûnerên  78 welatan beşdarî merasîma destbikarbûna Serokkomarê Tirkiyê dibin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî yek ji mêhvanên Serokkomarê Tirkiyê ye ku piştî encamên hilbijartinê ji aliyê Recep Tayîp Erdogan ve hatiye vexwendin.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan piştî merasîmê sondaxwarinê û destpêkirina kar di demjimêr 19: 00an de li Koşka Çankayayê  şîvekê dide mêhvanên xwe yên biyanî.

Tê pêşbînîkirin ku Erdogan piştî şîvê endamên kabîneya nû ya hikumeta xwe rabigihîne.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan di gera dûyemîn a hilbijartina  Serokkomariya Tirkiyê ya di 28ê Gulana 2023an de bi dengên 27 milyon û 834 hezar û 589 welatiyên Tirkiyê bûye Serookkomarê 13emîn ê Tirkiyê û bi rêjeya ji sedî 52.18ê tevahiya dengan li hember hevrikê xwe Serokê giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu bi ser ket.

Erdogan cara yekem di sala 2014an de bû Serokkomar û piştre jî di hilbijartinên 2018an de wek Serokkomarê 12emîn ê Tirkiyê hatibû hilbijartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst