Li Edenê erdhej çêbû

03-06-2023
RÛDAW
Nîşan Edene Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Aladag a ser bi bajarê Edenê yê Tirkiyê ve erdhejeke bi hêza 3.9 pileya rîxterê çêbû.

Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand îro roja Şemiyê 3ê Hezîrana 2023an li navçeya Aladag a Edenê erdhejek bi hêza 3.9 pileya rîxterê çêbûye.

Li gor AFADê ew erdhej di demjimêr 13.34an de li kûrahiya 5.36 kîlometrayan pêkhatiye û navenda wê navçeya Aldag e.

Heta niha derbarê zererên wê erdhejê de ti daxuyaniyek nehatiye belav kirin.

Erdhejên 6ê Sibata 2023an  jî zerereke mezin a canî û maddî gihandibûn Edenê. Li gor amaran di wan erdhejan de li Edenê zêdeyî 146 kesan di erdhejên 6ê Sibatê de canê  xwe ji dest dane û zêdeyî 2 hezar û 600 kes jî birîndar bûne. Ev di demekê de ye 18 avahiyên li Edenê jî bi temamî hilweşiyabûn û zererek giran gihiştibû  85 avahiyan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst