Di karnameya hikûmeta nû ya Tirkiyê de dê kîjan mijar hebin?

03-06-2023
RÛDAW
Di karnameya hikûmeta nû ya Tirkiyê de dê kîjan mijar hebin?
Di karnameya hikûmeta nû ya Tirkiyê de dê kîjan mijar hebin?
Nîşan Hikûmeta Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokomarê Tirkiyê piştî sondxwarinê dê kabîneya xwe ya wezîran jî aşkere dike. Wê karê sereke yê kabîneya nû û bernemaya Erdogan, başkirina rewşa aboriyê û her wiha avedankirina navçeyên erdhejê be.

Recep Tayyip Erdogan li hola Lijneya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyê îro sonda yasayî dixwe û weke 13emîn Serokkomarê Tirkiyê bo 5 salan dest bikar dike.

Çav li ser kabîneya nû ye ku tê çaverêkirin piştî sonda yasayî bê eşkerekirin û bi taybetî li ser karnameya hikûmetê ne. Mijarên herî girîng ku di karnameyê de cih digirin aborî û koçber in.

Erdogan roja 30ê Gulanê di civîna Yekîtiya Ode û Borsayên Tirkiyê de behsa karnameya nû ya aboriyê kir.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan anî ziman, “Em ê li pêy bazar û muşteriyên nû bigerin. Em ê hem veberhênanê bikşînin welatê xwe û li welatên din veberhênanê bikin. Em ê zêdetir berhem bînin û zêdetir hinardeyê bikin. Di vê mijarê de 5 prensîbên me hene, weberhênan, dabînkirina kar, berhemanîn, hinarde û bi rêya hinardeya zêde ji hawirdekirinê mezin bûn.”

Serenaveke girîng di karnameya 5 salan a hikûmetê de vegera koçberên Sûriyeyî ye, ku Erdogan di axaftina serkeftinê de amaje pê kiribû. Herwiha avadankirina herêmên erdhejê jî di nav karnameya hikûmeta nû de ye.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan got, “Di encama xebatên me de heta îro 600 hezar koçber bi dilxwazî vegeriyane herêmên ewle yên Sûriyê. Me niha bi Qeterê re hevkariyek kir. Bi projeyeke niştecîbûnê ya nû, di nav çend salan de em dê vegera milyonek kesên din dabîn bikin.”

Rojekê piştî gera duyem a hilbijartinê Erdogan bi Wezîrê berê yê Xezîne û Darayî Mehmet Şîmşek ê ji Êlih a Bakurê Kurdistanê re hevdîtinek kir. Tê pêşbînîkirin Şîmşek ê ku di navbera salên 2009 heta 2012an de wezîr bû di kabîneya nû de careke din wek desthilatdarê aboriyê were diyarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst