Grûpa parlamentoyê ya AK Partiyê diyar bû

Hewlêr (Rûdaw) - Navên Grûpa Parlamentoyê ya AK Partiyê eşkere bûn û parlamenterê Sêwazê Abdullah Guler wek serokê Grûpa AK Partiyê hat diyarkirin.

Piştî sondxwarina parlamenterên di hilbijartinên 14ê Gulanê de hatibûn hilbijartin îro Şemiyê 3ê Hezîrana 2023an gruba encûmena AK Partiyê jî zelal bû.

Li gor hatiye ragihandin Serokê Komîsyona Dadê û parlamenterê Sêwazê Abdullah Guler wek Serokê Gruba AK Partiyê hat diyarkirin.

Herwiha Ozlem Zengin, Emin Akbaşoglu, Abdulhamit Gul, Leyla Şahin Usta ve Bahadır Yenişehirlioğlu wek Serokwekîlên Grupa parlamentoyê hatin hilbijartin.

Ji van navên ku hatine hilbijartin derveyî Leyla Şahin hemû hiqûqnas in.