Di Gulanê de 40 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin

03-06-2023
RÛDAW
Nîşan Kuştina Jinan Platforma Emê Kuştina Jinan Rawestînin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor raporta Platforma Emê Kuştina Jinan Rawestînin di Gulana îsal de 40 jin ji aliyê mêrên ku nasê wan in hatine kuştin û kuştina 22 jinan jî bi guman e.

Platforma Emê Kuştina Jinan Rawestînin raporta xwe ya Gulana 2023an eşkere kir.

Li gor raportê meha borî 40 jin hatine kuştin û 22 jin jî bi awayekî bi guman mirî hatine dîtin.

Herwiha li gor raportê ji 40 jinan 7 ji wan ji ber ku xwestine xwe ji mêrê xwe berdin û lihevkirin red kirine hatine kuştin. 2 jin ji ber bûne sedema jihevcûdabûnê, 1 jin bi hinceta sîle avêtinê, 1 jin bi hinceta dengê zêde, 1 jin jî bi hinceta aboriyê û 28 jin jî sedema kuştina wan nehatiye diyarkirin.

Jin bi kîjan sedeman hatine kuştin?

7 - Ji ber xwestine derbarê jiyana xwe de biryar werbigrin

2 - Ji ber bûne sedema jihevcûdabûnê

1 - Bi hinceta sîle avêtinê

1 - Ji ber dengê zêde

1 - Aborî

28 - Sedem nehatiye diyar kirin

Jin ji aliyê kî ve hatine kuştin?

12 - Mêrê xwe

8 - Nas

7 - Xoşewîst

3 - Mêrê xwe yê berê

3 - Xoşewîstê berê

3 - Kur

2 - Xizm

2 – Bira

Li gor raportê jin herî zêde li malê hatine kuştin ku hejmara wan 30 e û ev jî ji %75ê kuştina jinan e.

Herî zêde jin li ku derê hatine kuştin?

30 - Mal

7 - Kolan 

1 - Otomobîl

1 - Cihekî xalî

1 - Ne diyar e

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst