Saziya Keşnasî ya Tirkiyê bo 30 parêzgehan hişyariya barana zêde da

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasî a Tirkiyê ragihand ku li 9 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û li 21 parêzgehên Tirkiyê dê baraneke zêde bibare û egera lehiyê heye.

Li gor daxuyaniya Saziya Keşnasî a Tirkiyê îro Şemiyê 3ê Hezîrana 2023an li parêzgehên Amed, Dîlok, Sêrt, Riha, Mereş, Meletî, Qers, Îdir û Erzeromê dê baraneke zêde bibare hişyarî hatiye dayîn ku dijî egera lehiyê tedbîrên pêwîst bên wergirtin.

Li piraniya herêmên Tirkiyê jî bo dema hefteyekê dê baran bibare û li parêzgehên wek Burdur, Isparta, Antalya û Çanakkaleyê jî hişyariya lehiyê hatiye dayîn.

Tê pêşbînîkirin ku vê hefteyê li parêzgehên Bakurê Kurdistanê pileya germê 2 heta 6 pileyan zêde bibe û li çend herêman jî ba û bahoz çêbibe. Herwiha tê pêşbînîkirin ku di meha Hezîranê de jî li seranserê Tirkiyê barîna baranê berdewam be.