Parlamenterê TÎPê Can Atalay ji ber ku di girtîgehê de ye sond nexwar

03-06-2023
Ferdî Sak
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Can Atalay TIP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yekem rûniştina civîna Parlamentoya Tirkiyê roja Înê bi sondxwarina parlamenteran dest pê kir lê Parlamenterê Partiya Karkerên Tirkiyê (TÎP) Can Atalay ji ber ku di girtîgehê de ye sond nexwar.

Di civînê de 599 parlamenter ji bo sonda yasayî amade bûn, tenê parlamenterê Hatayê yê Partiya Karkerên Tirkiyê (TÎP) Şerafettîn Can Atalay ji ber ku li girtîgeha Silîviriyê girtî bû sonda parlamenteriyê nexwar.

Parlamentera TÎPê ya Stenbolê Sera Kadigîl got, “Ji ber ku li Silîvriyê dîl hatiye girtin niha nikare sonda parlamenteriyê bixwe.”

Parêzerê Can Atalay mazbataya wî wergirt û navê wî jî ji bo parlamenteriyê hat tomarkirin. Li Parlamentoyê odeya wî jî amade ye. Di merasîma sondxwarinê de jî navê wî hat xwendin lê ew parlamenterê TÎPê hîn di girtîgehê de ye.

Serokê Giştî yê TÎPê Erkan Baş got, “Can Atalay ku sondxwarina wî hatiye astengkirin,  ne tenê Can Atalay e. Tenê ne azadiya Can Atalay tê astengkirin. Em bi eşkere dibêjin îradeya gelê Hatayê hatiy zeftkirin. Rê li ber wê yekê hatiye girtin ku soza gelê Hatayê bê nav Parlamentoyê.”

Can Atalay ê ku bi xwe parêzer e ji Doza Parka Geziyê tê darizandin. Di 22ê Nîsana 2022an de dadgehê 18 sal cezayê girtîgehê dan wî û ji wê demê ve girtî ye.

Di 14ê Gulanê de ligel 3 berbijêrên  din ên Partiya TÎPê bûn parlamenter lê li gor yasayên Tirkiyê wek parlamenter mana wî ya di girtîgehê de neyasayî ye.

Ji ber ku Maddeya 83emîn a wê destûrê dibêje, “Eger parlamenterek an berî hilbijartinê an jî piştî hilbijartinê tawaneke kiribe, bêyî biryara Parlamentoyê nayê girtin, lêpirsîn derbarê wî de nayê kirin û  nayê darizandin.”

Rewşa Can Atalay ji aliyê beşek ji parlamenterên din ên opozîsyonê ve jî bû sedema karvedanan.

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu anî ziman, “Ev ne rewşeke ku bê qebûl kirin. Divê Can Atalay di nav me de be. Ez hiştina Can Atalay a di girtîgehê de qebûl nakim.”

Serokê Giştî yê Partiya Guherîna Tirkiyê û Parlamenterê CHPê yê Erzinganê Mustafa Sarigul got, “Eger parastina îradeya niştîmanî û demokrasiyê erkê me hemûyan  be, parlamenterekî hilbijartî divê niha ne li girtîgehê li parlamentoyê be.”

Partiya Karkerên Tirkiyê  ku di 14ê Gulanê de yek ji aliyên Hevpeymana Ked û Azadiyê ya bi serkêşiya HDPê bû  û Yekitiya Baroyên Tirkiyê dibêjin mana Parlamenterê TÎPê yê Hatayê Can Atalay di girtîgehê de li dijî destûra bingehîn e û daxwaza azadkirina wî dikin. Ji bo azadkirina Atalay çav li biryara dadgehê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst