Polîsan mudaxeleyî Dayikên Şemiyê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Dayikên Şemiyê ku ji sala 1995an û vir ve li Meydana Galatasarayê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatin windakirin bipirsin û kiryar bên darizandin çalakiya rûniştinê li dar dixin, di hefteya 949'an de jî ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.

Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan bi kelepçeyên berovajî hatin binçavkirin.

Piştî ku Dadgeha Destûrê ya Bingehin a Tirkiyê biryar da ku “qedexekirina rûniştinê ya li Meydana Galatasarayê binpêkirin e”, Dayikên Şemiyê 8 hefte ne her roja Şemiyê li Meydana Galatasarayê tên cem hev.

Dayikên Şemiyê yên ku dixwazin qurnefîlan li qadê deynin û daxuyaniyê bidin çapemeniyê, tevî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn jî her tim rastî mudaxeleya polîsan tên.

Di vê hefteyê de jî polîsan destûr nedan Dayikên Şemiyê ku aqûbeta xizmên xwe bipirsin û Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan bi kelepçeyên berevajî ve desteser kirin.

Navê kesên di mudaxeleya îro ya polîsan de hatin desteserkirin wiha ne: Hanife Yildiz, Îrfan Bîlgîn, Besna Tosûn, Alî Ocak, Alî Tosun, Eren Keskîn, Gulseren Yolerî, Leman Yurtsever, Nazim Dîkbaş, Cîhan Kaplan, Asli Takanay, Hunkar Hudaî Yurtsever, Taylan Bekîn.