Li Tirkiyê hawirdekirina gaza xwezayî ji %6.6 zêde bûye

03-06-2022
RÛDAW
Nîşan Gaza Xwezayî Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê hawirdekirina gaza xwezayî ya ku bi rêya boriyan tê veguhestin nêzîka ji %5.8 kêm bûye û hawirdekirina gaza xwezayî ya şil (LNG) jî bi rêjeya ji %49.2 zêde bûye.

Li gor raporta Sektora Bazara Gaza Xwezayî ya Saziya Sererastkirina Bazara Enerjiyê (EPDK) di meha Adara 2022an de nêzîkî 4 milyar û 245 milyon metrsêca bi rêya boriyan û 1 milyar û 970 milyon metrsêca gaza xwezayî ya şil (LNG) bi rêya kargehan hatiye hawirdekirin.

Li gor raportê hawirdekirina gaza xwezayî bi rêya boriyan bi rêjeya nêzîka %5.8 kêm bûye û de heman demê de hawirdeya gaza xwezayî a şil jî bi rêjeya ji %49.2 zêde bûye. Bi giştî di meha Adarê de hawirdekirina gaza xwezayî li gor heman meha sala borî ji %6.6 zêde bûye gihîştiye nêzîkî 6 milyar û 215 metrsêca.

Di meha Adarê de Tirkiyê gaza xwezayî herî zêde bi 2 milyar û 754 metrsêca ji Rûsyayê, bi 897 milyon metrsêca ji Amerikayê û 761 milyon metrsêca jî ji Azerbaycanê hawirde kiriye.

Di demekê de ku Serokkomarê Tirkiyê behsa wê yekê dikir ku li welatê wî, petrol û enerjî ji Ewropayê erzantir e, Ofîsa Amaran a Yektiya Ewropayê (Eurostat) di lêkolîneke xwe ya derbarê bihabûna nirxê enerjiyê de ragihand ku di nav welatên Ewropayê de herî zêde bihabûna petrol, elektirîk û gaza xwezayî li Tirkiyê hatiye tomarkirin. Li gor amarên vê lêkolînê bi enflasyona gaza xwezayî û petrolê Tirkiye bi  rêjeya %97 di nav welatên Ewropayê de yekem e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst