Qirêjiya li Deryaya Marmarayê gihişt qonaxeke metirsîdar

Stenbol (Rûdaw) - Weke tê zanîn qeyran û ragêşiyên siyasî û civakî li rojeva Tirkiye kêm nabin. Di ber siya van mijaran de gelek mijarên xwezayî, civakî û din warên din de paşguh dibin û nayên rojevê. Lê krîzeke sirûştî ango qirêjkirina xwezayê vê carê di nava hemû rikeberiyan re xwe gihand rojevê; Mijar Deryaya Marmarayê ye.

Qirêjiya ku ji bajaran diherike nava Deryaya Marmarayê gihîşt elerma sor û li ser rûyê behrê weke tebeqeyekê pehn bû. Ew qirêjiya ku jê re musîlaj tê gotin li peravên 8 bajar û dehan navçeyên li dora behrê peyda û. Him wezareta hawîrdorê û himj î hejmarek zanîngeh demildest ketin meriyetê. Qirêjiya ser behrê di binê behrê de jî dawî li çendîn corên zindûweran anîye. Xetere mezin e.

Ew qaqlîbazên ku heta niha bêyî dudilî xwe bera nava behrê didan niha bi tirs û dudilî nizmî avê dibin. Ji bo wan xwe berdana nava pêlên deryayê xetereya mirinê ye. Sedem ew qirêjiya ku weke cawekî bim ser peravên deryayê de nuximî ye. Deryaya Marmarayê, qirêjiya ku bi dehan sal ji hêla mirovan ve lê hatiye girêdan tifî peravan, ango rûyê wan dike.

Farûk Aslan, Welatî, dibêje, “Ji berê ve qirêjî diherike nava Deryaya Marmarayê. Ew encama qirêjiya ku dihereke navê ye. Behr êdî wê qebûl nake û vedirişe derve. Qirêjiya hemû Trakya û Stenbolê diherike behrê. Ew jî êdî qebûl nake. Divê hemû av bêne filîtrekirin û pişt re bigihîn behrê. Helbet ne karekî hêsan e lê divê ew bê paqijkirin.”

M. S., Amîralê Kevn, dibêje, “Ez li vir rûdinim û her roj li vir dimeşim. Dema ez vê qirêjiyê, ve rezaletê dibînim ez şerm dikim. Çi qirêjî hebe em davêjin behrê. Dema ba hebe qirêjî bêhtir berhev dibe. Ez deryavanim û ew rewş gelekî giran bûye. Bi salan e eb rewşê vedibêjin lê dema kes guhdariya me neke em çi bikin?”

Ew qirêjiya ku nav hatiye lêkirin musîlaj li hin cihan hişk dibe weke tehtê dibe. Di heman demê de ne tenê li jor lê li binê behrê jî karesateke mezin bi xwe re tîne. Li gor amaran heta niha gelek corên giyanewerên binê behrê mirine. Li gor pisporan heke demildest çareseriyeke zanistî nebe wê him behr hemû taybetmendiyên xwe jidest bide û him jî wê nexweşiyên ku dizivirên pandemiyê destpê bikin.

Dr. Bulent Şik, Pisporê Jîngehê, “Ew encama kêşeyeke salên dirêj in û êdî bûye kêşeyeke tenduristiya xelkê jî. Hemû bermahî bi boriyan li binê behrê hatine girêdan. Ew felaketeke ekosîstemê ye. 35 sal in ew kar berdewam dike û proje bi xebateke akatemîk ya xirab hatibû kirin. Ne tenê Stenbol hemû bajar bi heman şêweyî qirêjiyê berdidin behrê. Rewşa binê behrê li ya jor xirabtir e. Divê ew mesele bi beşdariyeke berfireh û zanistî bê famkirin. Ekosîstema behrê derbeke gelekî mezin xwariye.”

Piştî ku li 8 bajar û dehan navçeyan heman awêne derket him Yekîtiya Şaredariyên Marmarayê û him jî wezaret seferber bû. Tîmeke ku ji 300 kesên pispor pêk tê hat erkdarkirin û lêkolînan destpêkir. Piştî vê xebatê wê komxebatek bê lidarxistin da biryara rêgiriyan were girtin. Ji ber ku hemû bermahiyên van bajaran, sergo û qirêjiyên qadên pîşesaziyê bêyî ku bêne filîtrekirin diherike nava behrê, rêgirî gelekî zehmet û çareserî jî dûr û dirêj e.