Erdogan li Amedê: Ti welatiyekî kurd ji ber kurdbûnê mexdûr nebûye
Hewlêr (Rûdaw) – Serokomarê Tirkiyê, Recep Tayyip Erdogan serdana Amedê kir û di gotarekê ragihand, li Tirkiyê ti welatiyekî kurd tenê ji ber kurdbûnê mexdûr nebûye.
Serokomarê Tirkiyê, Recep Tayyip Erdogan îro di çarçoveya xebatên ji bo hilbijartinên serokomarî û parlamentoyê yên 24ê Hezîranê de, serdana Amedê kir û ji xelkê vî bajarî re gotarek pêşkêş kir.
Erdogan li Cadeya Istasyon a Amedê û di saet 17:20an de ji xelkê Amedê re axivî.
Erdogan di gotara xwe de behsa hewl û xebatên hikûmeta Tirkiyê û partiya xwe, AK Partiyê bo pêşxistina Tirkiyê û herêmên kurdî kir û ragihand: Em dê başûr rojhilatê Anadolu û Diyarbekirê weke Stenbol û Izmîrê lê bikin
Herwiha Erdogan diyar kir, ew dê stadyuma berê ya Amedê ji xelkê re bikin parkek giştî û tekez kir, ew dê projeyên din jî li vî bajarî cîbicî bikin.
Serokomarê Tirkiyê da xuyakirin, ku ew dê îsal projeya trena bilez bibin Amedê û da zanîn, ku xebatên wê projeyê dest pê kirine.
Recep Tayyip Erdogan amaje bi siyaseta berê ya li Tirkiyê di derheqê kurdan de kir û ragihand, ku îro êdî dawî bi siyaseta înkara kurdan hatiye û got, ku wan dawî li wê siyaseta li hember kurdan aniye.
Erdogan got: “Ti welatiyekî me yê Kurd, ji ber Kurdbûnê mexdûr nebûye.”