Erdogan li Amedê: Ti welatiyekî kurd ji ber kurdbûnê mexdûr nebûye

03-06-2018
RÛDAW
Nîşan Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan HilbijartinTirkiye Amed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokomarê Tirkiyê, Recep Tayyip Erdogan serdana  Amedê kir û di gotarekê ragihand, li Tirkiyê ti welatiyekî kurd tenê ji ber kurdbûnê mexdûr nebûye.

 

Serokomarê Tirkiyê, Recep Tayyip Erdogan îro di çarçoveya xebatên ji bo hilbijartinên serokomarî û parlamentoyê yên 24ê Hezîranê de, serdana Amedê kir û ji xelkê vî bajarî re gotarek pêşkêş kir.

 

Erdogan li Cadeya Istasyon a Amedê û di saet 17:20an de ji xelkê Amedê re axivî.

 

Erdogan di gotara xwe de behsa hewl û xebatên hikûmeta Tirkiyê û partiya xwe, AK Partiyê bo pêşxistina Tirkiyê û herêmên kurdî kir û ragihand: Em dê başûr rojhilatê Anadolu û Diyarbekirê weke Stenbol û Izmîrê lê bikin

 

 

Herwiha Erdogan diyar kir, ew dê stadyuma berê ya Amedê ji xelkê re bikin parkek giştî û tekez kir, ew dê projeyên din jî li vî bajarî cîbicî bikin.

 

Serokomarê Tirkiyê da xuyakirin, ku ew dê îsal projeya trena bilez bibin Amedê û da zanîn, ku xebatên wê projeyê dest pê kirine.

 

Recep Tayyip Erdogan amaje bi siyaseta berê ya li Tirkiyê di derheqê kurdan de kir û ragihand, ku îro êdî dawî bi siyaseta înkara kurdan hatiye û got, ku wan dawî li wê siyaseta li hember kurdan aniye.

 

Erdogan got: “Ti welatiyekî me yê Kurd, ji ber Kurdbûnê mexdûr nebûye.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst