Rojnameger Celal Başlangiç wefat kir

03-05-2024
Nîşan Celal Başlangiç Rojnameger Wefat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rojnameger û nivîskar Celal Başlangiç li bajarê Kolnê yê Almanyayê koça dawî kir.

Celal Başlangiç zêdeyî 3 salan e ji ber nexweşiyê li Almanyayê tedawî dibû.

Başlangiç damezrîner û Berpirsê Giştî yê Arti TV û Artı Gerçekê bû.

Celal Başlangiç, sala 1956an li Stenbolê ji dayîk bûbû.

Sala 1978an li Enstîtuya Bilind a Rojnamegeriyê û Pêwendiyên Gel a Zanîngeha Egeyê xwendibû.

Di rojnameyên Ege Ekspres û Demokrat Îzmîrê yên herêmî de dest bi rojnamegeriyê kiribû.

Salên 1990î derbasî rojnameya Polîtîkayê bûbû.

Sala 1993yan li rojnameya Cumhuriyetê dest bi kar kiribû.

Herwiha ew demekê li Evrenselê xebitîbû û yek ji damezirînerên rojnameya Radikalê bû.

Başlangiç, ji bo malperên T24, Gazete Duvar, Bianet, Haberdar û hwd. yên Tirkiyeyê nûçe û nivîs nivîsandibûn.

Celal Başlangiç, salên 1990î li ser binpîkirinên mafên mirovan bi taybetî jî binpîkirinên li Cizîr û Şirnexê û şewitandina gundên Kurdan gelek nûçe û rapor nivîsîn.

Nûçe rapor û hevpeyvînên Başlangiç ên salên 1990î hatin xelatkirin.

Başlangiç ji ber nexweşiyê Gulana 2022yan dev ji erkê xwe yê Arti TV û Arti Gerçekê berdabû û Alî Duran Topuz cihê wî wergirtibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst