Otobusa rêwiyan qulibî: Mirî û bi dehan birîndar hene

03-05-2024
Nîşan Qeza Mirî Birîndar Aksaray
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Otobusa rêwiyan li ser rêya Enqere û Nîgdeyê ji rê derket û li şerempolê qulibî.

Li gorî zanyariyan, di qezayê 2 kesan canê xwe ji dest daye û 34 kes jî birîndar bûne.

Rewşa 6 birîndaran giran e.

Hat zanîn ku qeza li derdora seat 04.00an li herêma Baba Konagiya Aksarayê ya li ser rêya Enqere-Nîgdeyê çêbûye.

Otobusa rêwiyan a bi plakaya 79 AF 880 a ku ji Kilîsê diçû Stenbolê ji kontrola şofêrê xwe derket û wergeriya şerempolê.

Tîmên tenduristiyê birîndarên qezayê veguhastin nexweşxaneyên Kirşehîr û Nîgde û Aksarayê.

Ji bo teşxîskirina nasnameya miriyan xebatan dest pê kiriye herwiha li ser qezayê dest bi lêpirsînê hat kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst