Li Trabzonê welatiyan nerazîbûn nîşanî standa HUDA-PARê dan

03-05-2023
RÛDAW
Nîşan HUDAPAR Trabzon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Trabzonê ya Tirkiyê beriya mitînga Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ya roja Çarşemê HUDA-PARê ji bo belavkirina belavokên hilbijartinê li Kolana Mereşê stand danî lê welatiya nerazîbûn nîşan da û midexaleya standê kirin.

Li gor dîmenên li ser medya civakî hatine belavkirin roja Çarşemê 3ê Gulana 2023an li parêzgeha Trabzonê hejmarek welatî li pêşiya standa HUDA-PARê civiyane û nerazîbûn nîşan didin ku stand hatiye vekirin.

Her wiha polîs çûne cihê bûyerê û li derdorê tedbîrên ewlekariyê wergirtine. Di dîmenan de tê xûyakirin ku polîs ji welatiyan re dibêjin “Ew ne HDPyî ne” û dixwazin welatî aram bibin. Lê her ku diçe hejmara welatiyan zêde bûye û li ser vê yekê polîsan standa HUDA –PARê rakiriye.

HUDA-PARê ragihandibû di hilbijartinên 14ê Gulanê de piştgiriyê dide Erdogan û Serokê wê Zekeriya Yapicioglu jî ji lîsteya AK Partiyê bûye berbijêrê parlamenteriyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst