Erdogan cezayê 4 girtiyan efû kir

03-05-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, yek jê general û yek ji doza Hîzbullahê cezayê 4 girtiyan efû kir.

Serokomarê Tirkiyê Recep Erdogan, bo 4 girtiyan bi sedemên cuda desthilata xwe ya efûyê bikar anî. Biryara efûkirina 4 girtiyan di Rojnameya Fermî de hat weşandin.

Di çarçoveya biryara Erdogan de, General Çetin Saner ku di çarçoveya Doza 28ê Sibatê ya derbeyê de cezayê heta hetayê wergirtibû û Mehmet Emin Alpsoyê ku ji Doza Hîzbullahê cezayê heta hetayê yê giran wergirtibû hatin efûkirin. Cezayê Çetin Saner û Mehmet Emin Alpsoy bi hinceta xurifîne hat efûkirin.

Herwiha cezayê Nihat Îliman ê kujer û Sedat Çelik ê bazirganê maddeyên hişber ji ber rewşa nexweşî (seqetbûn) hat efûkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst