YSKê aşkere kir; Heta niha di dengdana derve de çend kesan deng dane?

Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) ragihand, ku heta niha li nûnertiyên Tirkiyê yên derve 787 hezar û 473 kesan û li deriyên sînor jî 62 hezar û 42 kesan deng dane.

Bo hilbijartinên Serokkomariyê û parlamentoyê yên Tirkiyê, ji 27ê Nîsanê ve dengdana li nûnertiyên derveyî wî welatî, deriyên sînor û firokexaneyan despê kiriye û dê heta 14ê Gulanê û dawiya dema hilbijartinan berdewam bike.

Piştî destpêkirina dengdana derve, Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê jî rojane hejmara dengên ku li derveyî Tirkiyê û deriyên sînor tên dayîn eşkere dike.

Li gor amarên Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê, 2ê Gulanê heta demjimêr 22:30 deqe li nûnertiyên derveyî wî welatî 787 hezar û 473 kesan û li deriyên sînor jî 62 hezar û 42 kesan deng dane.

Ji bo hilbijartinên serokkomarî û parlamentoya Tirkiyê tenê 11 roj mane ku dê di 14ê Gulanê de bên lidarxistin û rikeberiya her du hevpeymaniya sereke, Hevpeymaniya Millet û Hevpeymaniya Cumhur tundtir bûye.

Li aliyekê din, ji bo belavkirina rapirsiyan, tenê îro û sibe dem maye û kompanyayên rapirsiyê li Tirkiyê divê îro yan sibe dê encamên rapirsiyên xwe yên herî dawî aşkere bikin.