Hevpeyvîna stranbêjê Kurd ê ku li Stenbolê hat kuştin derket holê

Hewlêr (Rûdaw) - Stranbêjê Kurd Cîhan Aymaz ê 30 salî yê ku li li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê li ber peravê stran digotin, bi hinceta strana jê hatiye xwestin negotiye, bi kêran hate derbkirin û paşê ket nav deryayê û canê xwe ji dest da. Herî dawî hevpeyvîneke Aymaz ê ku hat qetilkirin, derket holê.

Cîhan Aymaz ê 30 salî yê ji navçeya Dîgor a Qersê ku li Kadikoyê stran gotin, bi hinceta strana jê hatiye xwestin negotiye, bi kêran hate derbkirin û paşê ket nav deryayê û canê xwe ji dest da.

Hevserokê HDPê yê Stenbolê Ferhat Encu hevpeyvîna Cihan Aymaz belav kir.

Cîhan di hevpeyvîna xwe de dibêje, ew ji ber straneke pêkenîn a ku gotiye, ji bo îfadeyê hatiye gazîkirin û wiha dibêje, “Heger dawiya me girtîgeh jî be ez ê dîsa jî bêjim.”

Çi bibû?

Cîhan Aymaz ê 30 salî ku li li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê li ber peravê stran digotin, bi hinceta strana jê hatiye xwestin negotiye, bi kêran hatiye derbkirin û paşê ket nav deryayê û jiyana xwe ji dest da. Cîhan Aymaz ku ji navçeya Dugorê ya Qersa Bakurê Kurdistanê ye, ev du sal bûn li ser cadeyên Stenbolê stran digot.

Cîhan Aymaz duh saet derdora 19.00an li ser perava Kadikoyê stran digotin. Di vê navberê de Mehmet Caymaz ji Aymaz xwest ku stranekê bibêje. Dema Aymaz bersiva neyînî da, di navbera herduyan de nîqaş derdikeve.

Mehmet Caymaz bi kêra di destê xwe de Cîhan Aymaz ji sînga wî birîndar dike û Aymaz ji ber derbên kêrê dikeve nav deryayê. Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, ewlekariya peravê û polîs bo cihê bûyerê hatin şandin. Aymaz ji deryayê hat derxistin û ji bo çareseriyê bi ambûlansê bo Nexweşxaneya Haydarpaşa hat veguhestin.

Cîhan Aymaz tevî hemû mudexaleyên pizîşkî ji ber dijwariya birîna xwe ji mirinê rizgar nebû. Êrîşkar Mehmet Caymaz jî hat desteserkirin.

Stranbêjê Kurd Siwar Temirak ê bi nasnavê Siwaro jî ji Rûdawê re diyar kir ku Cîhan Aymaz bixwe xelkê navçeya Dugorê ya Qersê ye û ev du sal bûn li Stenbolê karê hûnerî dikir.