Başak Demirtaş serdana Selahattin Demirtaş kir

Hewlêr (Rûdaw) - Başak Demirtaş hevjîna Hevserokê berê yê HDPê Selattîn Demirtaş ji bo hevdîtina cejnê çû girtigeha Edîrneyê.

Başak Demirtaş piştî hevdîtinê li ser hesabê xwe yê Twitterê wêneyên xwe yên di dema hevîdtinê de parve kir û got “Em bi xwişka Zeynep re derketin hevdîtina cejnê. Selahattin û Mamoste Selçûk wekî her tim bi hêz û moral bûn.

Bi hêviya hevdîtina dawîn ya cejnê bi Xwişka Zeynep re cejna we pîroz dikin, em ji we re li gel hezkiriyên we cejnên xweş û bi tendirust dixwazin.”