Orhan Pamuk: Ji bo hevalên xwe ditirsim

03-05-2016
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Xwediyê xelata Nobelê nivîskarê Tirk Orhan Pamuk, daxwaz ji welatên Ewropayê kir ku di mijara binpêkirina mafên mirovan de li dijî Tirkiyê helwêsteke hê dijwartir nîşan bidin.

Orhan Pamuk, da zanîn ku li Tirkiyê zext û guşara li ser azadiya raman û ragihandinê cihê nîgeraniyê ye û got: "Ez ne ji bo xwe lê bo welatê xwe, ji bo hevalên xwe yên sekuler ditirsim."

Di hevpeyvîneke taybet a televîzyona Hollandî de nivîskarê navdar Pamuk, bal kişand ser zexta li ser rojnamevanan li Tirkiyê û wiha axifî: "Li Tirkiyê rojnamevan di nav Tirsê de dijîn. Bi taybetî yên hikûmetê rexne dikin ji kar tên avêtin, gef li wan tê xwarin û rojnameyên wan tên girtin."

Pamuk got: "Di van salên dawî de hikûmeta me ya Îslamî rûyê xwe yê liberal wenda dike. Hikûmet her diçe dibe hikûmeteke otorîter û zextker, rojnamevanan diavêje girtîgehan û rojnameyan qedexe dike."

Orhan Pamuk, nîgeraniya xwe ya derbarê paşeroja Tirkiyê de wiha anî ziman: "Ez ne ji bo xwe lê bo welatê xwe, ji bo hevalên xwe yên sekuler ditirsim."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst