Kemal Kiliçdaroglu li ser namzediya xwe ya serokatiya CHPyê axivî

03-04-2025
RÛDAW
Nîşan Kemal Kiliçdaroglu CHP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kemal Kiliçdaroglu li ser nîqaşa namzediya xwe ya Serokatiya CHPyê diyar kir ku ew nabe namzed.

Serokê berê yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu li ser îdiayên namzediya xwe ya ji bo Serokatiya CHPyê ji medyaya Tirkiyeyê re axivî.

Kemal Kiliçdaroglu li ser pirsa “Gelo hûn dê ji bo serokatiya CHPyê bibin namzed?” diyar kir ku tiştekî wiha nîne û ew ne namzed e.

Serokê berê yê CHPyê her wiha ji bo beşdariya Kongreya CHPyê jî anî ziman ku eger hat vexwendin dê beşdar bibe.

Beriya demekê betalkirina kongreya berê ya CHPyê û piştî girtina Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu metirsiya danîna qeyûm ketibû rojevê.

Li ser vê yekê biryar hatibû dayîn ku CHP 6ê Nîsanê kongreya awarte bike û Serokê nû yê CHPyê hilbijêre.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst