Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Stenbolê bi hinceta ku “banga boykotê kirine” 11 kes hatin desteserkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê bi hinceta ku li ser medya civakî banga boykotê kirine bi tawanê “Nefret û Cûdakariyê” derbarê 16 kesan de biryara desteserkirinê da.
Di çarçoveya vê lêpirsînê de îro 11 kes hatin desteserkirin û yek ji wan lîstikvanekî navdar ê Tirkiyeyê ye.
Piştî girtina Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu CHPyê lîsteyeke boykotê belav kiribû û 2yê Nîsanê jî boykota giştî ragihandibû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse